Monthly Archives: October 2009

Enver Huseyin Penahî Nameyek Bo Ban KÎ Mon Şand

Enver Huseyin Penahî Nameyek Bo Ban KÎ Mon Şand

În 10/04/2009

anvar-hosein-panahi.jpgEnwer Husênpenahî, girtiyê siyasî yê Kurd, roja 09.04.2009’an, nameyek ji bo Ban Kî Mon, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî şand.

Navhatî bi biryara îdamê hatiye mehkûmkirin û di nameya xwe de daxwazê ji Ban Kî Mon dike ku alîkariya wî bike

Enwer Husênpenahî di nameya xwe de qala çawaniya

binçavkirina xwe ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve li bajarê Qurwe dike û basa vê yekê dike ku di hepsa takekesî de rastî azar û îşkenceyên hovane hatiye. Wî her wiha tometa hevkarîkirin tevî partiyên Kurdistanî yên neyarê rejîma Îslamî a Îranê red dike û nivîsiye ku serbarê xurttirîn îşkenceyan, tometên han qebûl nekiriye û berdewam hewla îsbatkirina bêtawaniya xwe daye.

Enwer Husênpenahî di beşek din a nameya xwe de dinivîse ku di girtîgeha bajarê Qurwe de daxwaza rohnbûna çarenivîs û derkirina biryara azadiya xwe kiriye, lê berpirsên Dozgeriya têkildar tu girîngiyek bi daxwaziya wî nedane û bi wê sedemê navhatî dest daye gireva birçîbûnê. Navhatî ku mafê mifahwergirtin ji parêzer nebûye, di Taya yek a Dadgeha Şoreş a bajarê Sine de bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin. Enwer Husênpenahî di doma nameya xwe de bi mirina gumanbar a birayê xwe Eşref Husênpenahî îşare dike ku take kesek bû bi dû rewşa birayê xwe diçû. Navhatî her wiha basa vê yekê dike ku bona nîşandana nerazîbûnê li dijî newekhevî û rewşa xirab a sîstema dadweiryê di Îranê de, di girtîgeha navendî a Sine de dest dabû gireveke 45 rojî a xwarinê.

Ew di dawiya nameya xwe de pêbendnebûna rejîma Komara Îslamî a Îranê bi yasayên navneteweyî ku îmza kirine û daxuyaniya Cîhanî a Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tîne berbas. Her wiha navhatî daxwazê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê wê dike ku bi wî re alîkariyê bikin, ji ber ku alîkarîkirina wê rêxistinê dibe sedema zêdebûna girîngî û prestîja wê rêxistinê

%d bloggers like this: